Lütfen bekleyin..

FLAŞ HABER

XURCIK - Cîhanê Hesûnî

ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (20)

29 Mayıs 2016, 17:30 Okuma: 2149

 

-Ji bo avabûna şexsîyetên malxerab diyarîyek-

Kurd e, ji Qamîşloyê ye, ji Mala Ḥaco ye!..

Gotin “Seyda, hinek ji Mala Ḥaco xeber şandine, gotine em dixwazin îşev werin çayeka Seydayî vexwin!

 

Min got “Li ku derê gur mirine gidî?! Ez di rê de jî rastî wan têm, silavê li min nakin. Dê werin çaya min vexwin?! Subḥanellah!! De ka bera werin, bi ser çavan re…”

 

Êvarê hatin. Gotinekê ji vir ve anîn, gotinekê ji wir ve anîn, paşê yek ji wan got:

 

-Seyda Berhîm ji ku derê ye?

 

-Berhîm kî ye?

 

-Ew ê ku Misilman jê re dibêjin Îbrahîm

 

-Îbrahîm Pêxember?

 

-E

 

-Her çend tiştekî ʕeseyî tune be jî, dibêjin ku ji Rihayê ye. We çima lê pirsî bu?

 

-Tiştek tune ye, hema wisa.

 

Pişt re rabûn û çûn. Ez tê negihîştim-min fehm nekir ka çima wê pirsê kirin.

Rojeka din dîsa xeberê şandin, gotin em dixwazin werin çayeka Seydayî vexwin. Min dîsa got bi ser çavan re. Hatin, dîsa yek ji wan pirsî:

 

-Seyda Berhîm ji Rihayê çûye nav ʕErebên Mekk(ey)ê û Medîn(ey)ê ne wisa?

 

-Erê, ji der ve hatiye wê derê

 

-Û dibêjin Miḥemed jî ji azbata-nesla wî ye, ne wilo?

 

-Miḥemed kî ye?

 

- Miḥemedê pêxemberê misilmanan

 

-Kurro lawo ma qey ḥaşa xulamê bavê we ye hûn dibêjin “Miḥemed”, pêxemberê milletê we ye, hîç nebe bêjin “Miḥemed Pêxember!” Erê, ji azbata-nesla wî ye, çima?

 

-Hîç, Seyda. De ka em rabin.

 

Ez êdî hêrs bûm. Rojeka din dîsa xeberê şandin, gotin em ê werin. Min got de ka bera dîsa werin:

 

-Seyda eger ku Miḥemed ji azbata Berhîmî be, Berhîm jî ji Rihayê çûbe, û Rihayî jî Kurd bin, nexwe Miḥemed jî…

 

Hema min gotina wî birrî:

 

-Erê laaawo, bera Miḥemed Kurd bee, ji Qamîşloyê bee, ji Mala Ḥaco be! Ê de bidin dû ha!..

 

-DAWÎYA MESELOKÊ-

 

(Têbînî: Meseloka gelî ye)

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
RSS
© 2024 - Batman Medya Gazetesi
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=