Xalo li min nexe! (2)
Di rê de yekî ji min re got; “xêr e gidî, ev ketiye dizîya te?” Zarok şerm kir, serê xwe xist ber xwe. Min awir dan wî zilamî.
Min dikanê girt û zarok bir loqent(ey)ê. Min xwarinê dayê. Min sebir nekir, xwe ranegirt û ji alîyekî ve jê pirsî;
-Lawo tu hê zarok î, bavê te li ku derê ye?
-Ez nikarim bêjim, bavê min bi qaçaxî dixebite.
-Bêje bêje, ez gilîyê we nakim.
-Na welleh ez nabêjim.
-Kuro bi Xwedê zirara min nagihîje we! Bêje ku ez alî we bikim.
Zarok xwarina xwe di nîvî de hişt û ji nişka ve baz da ji loqent(ey)ê derket, revîya û çû.
Ez vegerîyam dikanê. Min hemûyê nanî ji dolabê derxist, danî ser milê xwe, ez derketim derve û min qîr kir;
-Nan heye naaaan, nanê belaş heyeeeee!
-Di nava çend deqîqeyan de ên miḥtac û ne miḥtac wekî zerzûlên kulê li ser serê min kom bûn û hemûyê nanî ji min standin.
Li alîyê din kesek ji ê din re digot “Dîsa dînîtîya vî pê girtiye, bi vî awayî here dê top biavêje. Xwedê zane dîsa çi bûye jê!... De ka ev awa layîqê meletîyê ye. Ku te got ‘mele’, gereke hinek giran bin.”
Min hîç guh neda wan û berê xwe da firnê. Min hemûyê per(ey)ê xwe ji berîka xwe derxist danî ser maseyê, min got “ka binihêrîn bi vî pereyî çend nan tên?!” Gotin “sed û sî û çar nan. Xêr bû gidî?!” Min got “çiqas nan pijîya ji min re amade bikin, ez ê car bi car werim û bibim”. Min pêncî nanî danî ser milê xwe, ez derketim derve û min dest bi qîrînê kir:
-Nan heye naaaan, nanê belaş heyeeee!!
Û min ji alîyekî ve jî nan loq bi loq dikir û diavête serê xanîyan, diavête baxç(ey)an, ji bo ku çivîk bixwin.
Min dît ku ew zarokê qasekî berê ji loqent(ey)ê revîyayî wan loqên nanê min ji bo çivîkan belav kiriye ji binê daran berhev dike û dixe berîka xwe.
Çawa min dît dest bi girî û revê kir; “Xalo mi min nexe!”
-Kuro lawo were, bi Xwedê ez li te naxim!
Lê min kir û nekir iqna nebû û revîya çû…
Min hemûyê nên belav kir. Bûbû êvar.
Ez çûm malê. Kirin û nekirin min şîvê nexwar.
Ji min re gotin “ḥeyra tu ʕElîyê Xemxur î çi yî? Ka dîsa çi bûye bi te! Tu ê xwu ji birçîna bikujî?”
Roja din nanfiroşê Xwedîyê firnê hat dikanê, nan pê re bû. Min gotê
-Çavê xalê xwu êdî ji min ra nan neyne…
-Çima Xalê Seyda!? Ma qey kêmasîyeka me çê bû? Te bi salan her roj per(ey)ê xwe da, tu kesekî saxlem î, ez bi te ewle me. Ku per(ey)ê te tune bin ez karim bi mehan jî nan bi deyn bidim te!
Ez kelegirî bûm; “-Na heyra, pereyê min hene, mala te ava. Lê êdî nan ji min re neyne. Ku ne ji bo xatirê zarok û gîyaneweran be ḥeqê vê dinyaya malmîrat heye ku rojek berêya rojekê bi serê van mirovan de xera(b) bibe!”
(Ferhengok: Loqentê; xwarinxane, aşxane, dikana pijandin û firotina xwarinê, gilî; şîkayet, top biavêje; îflas bike, nên; nanî, min gotê; min jê re got, ewle; emîn, kelegirî; kelogirî, gîyanewer; ḥeywan, mirov; meriv,însan)