-Ji bo avabûna şexsîyetên malxerab diyarîyek-
Xalo qey te sinet kirine?
Gotin zilamek çûye ḥecê û vegerîyaye, bûye ḥecî. Min ji xwe re got ka ez herim bêjim ḥeca te pîroz û li ser xêrê be.
Ez çûm, mala wî, min derbasî hundir kirin, min nihêrt yeka bi kiras li hundir e. Ez li pêyê pê vegerîyam derve:
-Seyda çi bû?
-Ka Ḥecî Ronî li ku derê ye?
-Li hundir e, te vêga kerem kir tu çûyî balê, tu çima vegerîyayî?
-Min dît yekî bi kiras li hundir e, min got qey pîrekek e.
-!!!?? Çûye ḥecê hatiye, loma kiras li xwe kiriye.
Ez dîsa derbasî hundir bûm. Min ḥeca wî pîroz kir, min got
- Ḥeyra ev çi kiras e te li xwe kiriye, ma ne şerm e, di kultura me de jin kiras li xwe dikin.
-Na Seyda, ev sinnet e.
-De ka hema ji her tiştî re nebêjin sinnet looo! Ji ku sinnet e?!
-Ma her tiştê ku Pêxember kiribe sinnet nîne?
-Naaaa! Ev kultura wan bû, heta ez carek hatim û derketim derve, min kirasê te dît, min got qey tu jin î.
-Seyda tu ḥeqaretê li min dikî?
-Bi Xwedê na. Ez ji dil dibêjim. Berê çi xweş şaşik li serê te bû, ʕegal li nava te bû, şalwar li te bû, çi bû ji te gidî?!Ka wextê azanê hat, divê ez herim bang bidim. Tu nayê mizgeftê-camîyê?
-Kerem ‘ke em herin Seyda.
Em derketin derve, me berê xwe da mizgeftê-camîyê, di rê de hinek zarok hatin pêşîya me, berê xwe dan Ḥecî Ronî û jê re digotin;
-Xalo, ev çi kiras e li te, qey te sinet kirine?
Ḥecî Ronî dîn bû, aqil avêt, hiş ji serê wî çû, rakir gopalê xwe û da dû wan. Min jî da dû wan û min nehişt ku li wan ‘xe: -De ka raweste-bisekine! Tu li wan niheq î!