Gurê Manco
Şêx ji wan re got xêr e gidî, çi tofan e?
“Mîrekî me bi mîrekî din re pev çû.
Mîrekî me alîkarîyê ji mîrekî din stand û wî têk bir. Li welatê wî kî hebû tev kuştin. Ji me bi tenê sê qes filitîn.
Biryar dan herin cîhekî ku neyar ew nebinin.
Li ser rêça pezên kûvî li çîyayekî jor gihîştin buhureka teng. Piştî ku gihîştin jîngeheka xweş ji Xwedê re şikir kirin û biryar dan li wê derê bi cîh bibin”
“Piştî çarsed salan em û pezên me em wisa pirr bûn ku em êdî di wê derê de bi cîh nedibûn.
Me buhura ku bav û kalê me jê hatibûn wê derê ji bîr kiribû…
Em li çîyayên der û dorê li buhurekî gerîyan.
Hesinkarek got eger ku hesinê nava buhura çîyê were helandin dê rê vebe. Me êzin û komirê danî wê derî, agir pê xist, hesin helîya û buhur vebû.
Em dîsa vegerîyan welatê xwe û me heyfa xwe ji mîrê din stand.
Piştî sedsalan em dîsa bi hev û din ketin û em neçar man birevin terkediyar bibin.
Vêca em xwe diavêjin bextê we ku hûn me bihewînin.”
Şêx got: “himin hûn revîyane û hatine we xwe avêtiye bextê me û himin hûn jî bi Xwedê bawer in, bi ser seran, ser çavan re. Hûn bixwazin li vê dere çiqas bimînin hûn serbest in.
Şêx piştî wî awayî berê xwe da min, pêçîya xwe ya eşhedê da ber devê xwe, ji min re got “şşş, tu ji mêvanên me re tiştekî nebêjî ha!..”
(Ferhengok: Kûvî; ê ku li çolê bêxwedî dijî, jîngeh; sirişt tebîʕet, buhur; cîhê buhurînê, hesinkar; heddad,