Ew ji min mihtactirî zikatê ne
Ez ji mizgeftê derketim.
///
Min nihêrt ku Ḥecî Fatim di ber derîyê mizgeftê re derbas dibû. Min gazî kirê:
///
-Ḥecî Fatim, Ḥecî Fatim!
///
Hecî Fatim ser û guhê xwe da hev û din, çarika serê xwe rast kir û got:
///
-Kerem (bi)ke Seyda!
///
-Min got hema ez pirsa te bikim. Dibe ku hinek camêr bi xêra xwe hinek zekat bînin mizgeftê, tu werî ji xwe re bibî.
///
-Na Seyda, dibe ku hinekên xizan hebin, tu bide wan.
///
-Fatim Xatûn, ez zanim ku ihtîyacê te jî heye, lê tu hem li xwe nagirî û hem jî qenaʕetkar î Teyrika Cennetê!
///
Yek hat, bi kere xwe li ber me rawestîya. Got:
-Xatîya Ḥecî, Şêx vî genimê zikatê ji te re şandiye.
///
Ḥecî Fatim got: -Li vî gundî şêxek heye çima haya min jê tune ye?
///
Em tev rawestîyan, me tu tiştekî negot.
///
Ḥecî Fatim got “Nebêjin şêx, bejin axa! Wan dest danî ser erdê me, mêrê min bi wan nikaribû, bi wî kul û derdî beʕecî çû. Îcar hê tûrikek genim ji min re dişînin û dibêjin zikat?! Ev çi qas rûşûştî ne?
///
Lawo, tu wî genimî bibe li wan vegerîne û bêje Fatim Xanimê gotiye “Ew ji min mihtactirî zikatê ne!”
///
(Ferhengok: Mizgeft; camî, çarik; meles, xizan; feqîr, rawestîyan; sekinîn, rûşûştî; ji xwe şermnekirî)