Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (18)

11 Nisan 2016, 17:17

-Ji bo avabûna şexsîyetên malxerab diyarîyek-
Derya

Yekî got “Seyda mizgînîya min li te, birazêyeka te çê bû”

Min got Kurd dibêjin “bû, nabêjin çê bû”

-De werḥasil, tu meriv poşman dikî ku meriv ji te ra tiştekî dibêje!

-Xwedê poşmanîyê nede. Çavên we ronî û bi ronahî be. Xwedê ʕemr û temenê wê dirêj bike û ʕemr û temenekî bi xêr bidê. Xwedê wê wê ji salihan bide nivîsandin, wek min nînbe.

-Esteẍfirillah Seyda, ew çi gotin e! Ma tu ê jî ne saliḥ bî û dê kî saliḥ be! Qewraşîya te bike!

-De baş e ḥeyra, bera ji min çêtir be! Esteẍfirillah, min tu qewraş navên, bera bavê wê xulamê min be! Hûn ê navê wê çi daynin?

-Dev jê berde!

-Çima lo? Xwedê ji te razî be tu bêjî!

-Welleh me hêj qerar û biryar nedaye lê dêya wê dibêje gerek e em navekî modernk lê daynin.

-De baş e, navên Kurdî yên modern hene.

-Na, gerek e navekî sosyete be!

-Ma sosyete navê milletekî nîne û sosyetetî jî malê tu milletekî nîne! Kurd jî, Tirk jî, Eskîmo jî karin sosyete bin an jî nînbin.

-Lê em naxwazin bi Kurmancî be. Ew çi ye ‘çîya, zinar û nizanim çi?!

-Çîya, zinar, kevir û xwelî û sîlik ne nav in, nabin nav. Lê bi sedan navên Kurdî yên ji sedê salan ve hene.

 -?!?

-Eger hûn navekî bi Kurdî lê daynin ez ê nîvzêrkekî pê vekim.

-Welleh tu zanî ez mêrikekî qelsik im, ez ji ber jina xwe newêrim, ew çi bêje ew e!

Di navê de çend roj derbas bûn, me dîsa hev û din dît. Ez û wî em dîsa rastî hev hatin. Min pirsî:

-We çi kir, gelo we eslê xwe înkar kir û we çi nav lê danî?

Dengekî hêêdî hat, min tiştek ji devê wî fehm nekir.

-Kuro dengê xwe bilind bike, metirse, bêje ka we Asena danî, Çiğdem danî, çi danî?

-Me “Derya” danî!

Kenekî bi min girt, bû ḥirreḥirra min, dengê min çû asîmanan.

-Seyda çi bû? Tu çima ewqas dikenî bi min?

-Kuro mala we xera’ nebe, Derya navekî Kurdî Arî ye.

Çehvên wî bel bûn, zûq ma li nava çavê min nihêrt: -Na lo! Bi Kurdî ye?..

Oooooox! Qenc û xweş bi we bû, dilê min di we de riḥet bû. We xwar!? We dît ku Xwedê çi anî serê we? We xwast ku fitreta Xwedê daye we înkar bikin lê Xwedê rê li ber we girt! De bixwin ha!

-Ê de himin wisan e ka nîvzêrka ku te bi me re soz dabû bîne pê veke!

-Eger ku nîvzêrk-mîvzêrk bi destê we bû ez ji we xeravtir bim! Ma we bi zanîn danî ku?..

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,