Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (17)

04 Nisan 2016, 18:42

-Ji bo avabûna şexsîyetên malxerab diyarîyek-
Rotînda, Jînda
Yekê got “Rotînda, oẍlim, bûraya gel wûûûû!”

Min got “qizulqurt!”

Got “Seyda çi bû tu j imin re wisa dibêjî?”

-Rotînda li ku dere, ‘oẍlim bûraya gel’ li ku derê.

Himin wisa bû te navê wî danîya Alpaslan!

Û ne ez bi tenê ji te re dibêjim ‘qizulqurt’, ew ‘wûûûûû’ jî ji te re dibêje qizulqurt!”

Yekî din got “Jînda, qizim, uyle yapma lêêêê, waaaa, bû nedir waaaa?”

Min got “kerratî û jehra mehrê kor!”

Got  “Seyda ne oldî, aha, biborîne, çi bû?

-Biborîne çi ye?

Jînda li ku dere, ‘qizim, uyle yapma’ li ku derê.

Himin wisa bû te navê wê danîya Asena!

Û ne ez bi tenê ji te re dibêjim ‘kerratî û jehra mehrê kor!’, ew ‘lêêêê’ û “waaaa’ jî ji te re dibêjin ‘kerratî û jehra mehrê kor!”


 

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,