Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (16)

28 Şubat 2016, 17:55


Bîngol dişewitî, Hiseyn kuştin me kêf dikir
Ji alîyekî gundî dengekî def û zirn(ey)ê dihat. Ez bi alîyê wî dengî ve çûm. Min nihêrt ku ji çîyayekî dûr ve dûyek hildikişe ber perrê asîmanan. Ez gihîştim ber cîhê govendê.

Tew! Ew çi ye gidî?

Govendgêr ji alîyekî ve li Bîngola şewitî dinihêrtin û ji alîyekî ve jî diqîrrîyan;

-Bîngol şewitî, mij dûman e!...

-Kurro lawo hûn çi dikin? Bîngol dişewite hûn li vê derê dibêjîn “Bîngol şewitî” û hûn govend digirin û kêfê dikin! Baz (bi)din em herin wî agirî vemirînin!

Tu kesek li min guhdarî nekir û govenda xwe dewam dikirin.

Ez li hev şaş mam, min got ka ez herim mizgeftê ji yên wê derê re bêjim. Min berê xwe da mizgeftê. Ji dûr ve dengê selewatan dihat. Min jî li wan vegerand. Ma qey kesî bêyî min mewlûd dabû ku?

Ez nêzî mizgeftê bûm, dengê diʕa û selewatan bêtir bû, min jî li wan vedigerand.

Li baxç(ey)ê mizgefte hinek hebûn govend digirtin û ji alîyekî ve jî selewatan didan!!

Ew çi bû gidî?!

Min gazî wan kir: -Kurro rawestin, ma hûn henekê xwe bi Xwedê û Pêxember dikin? Ev çi ye? Ma meriv li ber selewatan govend digire?

Awirr dan min û rawestîyan. Tevlî awirrên wan jî kêfa min hat.

Ji nişka ve qîrîyan û dîsa dest bi govendê kirin: -Hiseyn kuştin li Kerbelayêêê!

Lawo hûn çi dikin? Ma kuştina Hiseynê li Kerbelayê tiştekî baş e hûn li berê govendê digirin?

(Ferhengok: Govendgêr; ê(n) ku govendê digerînin/govendê digirin, vemirandin; mirandin/tefandin, mizgeft; camî, rawestin; bisekinin)

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,