Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (15)

21 Şubat 2016, 19:12


Ez ne ji bo wî, ji bo we digirîm
Yekî ji min re got “Seyda, serê te sax be, apê te çû ser dilovanîya Xwedê”.

Ê din got “Serê te sax be, gorra wî beheşt be, Xwedê reḥma xwe lê bike”.

Ez rabûm ser pêyan, dilê min tije kêfeẍem/ẍemekêf bû, min du rikaʕet limêja şikrê kir. Û piştî nimêjê min bi kêf pirsî;

-Ka riḥmetî li ku derê ye?

Ên der û dora min li hev nihêrtin, li min nihêrtin, şaşomaşo bûbûn. Gotin “Li mizgeftê ye”.

Min rakir ʕelban(ey)a xwe, ez derketim derve min ji alîyekî ve beytan û kilaman digot, ji alîyê din ve jî li ʕelban(ey)ê dixist û min berê xwe da mizgeftê.

Gundî dabûn pey min û di nava xwe de digotin “tew! Seyda dîsa aqil avêt, xwezî me jê re ji nişka ve negota, hêdî hêdî bigota, rebenê Xwedê! Hingî ber apê xwe ket nizane çi dike...

Ez gihîştim mizgeftê, min ew şûşt, me nimêja wî kir û me berê xwe da goristanê.

Piştî ku me ew sipart axê û veşart, ez rûniştim, min wek zarokekî piçûk go kûûûz û min dest bi girî kir…

Gundî li hev û din nihêrtin, di nava xwe de gotin “aha hê nû hişê wî hat serê wî û dest bi girî kir”

Min kûr û dûr li wan nihêrt:

-Ez ne ji bo wî digirîm, ez ji bo digirîm!

-Seyda, Xwedê ji te razî be, apê te miriye tu dibêjî ez ji bo we digirîm!.. Te pêşî ji ber mirina wî têr kêf kir û tu vêga jî dibêjî ez ji bo we digirîm.

-Ew zilamê wek melayketan di vî zemanê xerab de tevlî îmana xwe û hemû qencîyên xwe –bi îzna Rebbê ʕalemê, Xwedayê dilovanî dilovîn koçberî beheştê bû. Ma ez ê kêfê nekim û çi bikim?

-Û ew zilamê wek melayketan di vî zemanê xerab de ku hûn heta qirika xwe ketine nava fesadîyê, xerabîyê, kuştinê û bêijdanîyê de bi salan di nava we tê koşîya, xwast ku hûn bibin wek însanan û paşê jî ji derdê we beʕecî çû û we jê fehm nekir, çawa ku hûn vêga ji min jî fehm nakin. Ma ez ê ji ḥalê we re negirîm û çi bikim?

(Ferhengok: Dilovanîya Xwedê; reḥma Xwedê, beheşt; cennet/cinnet, kêfeẍem/ẍemekêf; kêfexem/xemekêf, kêf û xem bi hev re, limêj; nimêj, reḥm; riḥm, mizgeft; camî, goristan; cîhê gorran, cîhê mezelan, veşartin; definkirin)

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,