Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (13)

17 Ocak 2016, 20:11


Xalo li min nexe! (1)
Min got “bîsmîllahîrrehmanîrrehîm, ya Ellah, ya Fettah,ya Rezzaq!” û min derîyê dikanê vekir.

Nanfiroş nanî anî. Me ḥesab û kîtabê xwe kir. Nanê roja berê û per(ey)ê xwe hilanî, ji min re got;

-Xalê Seyda, xwezî her kes bi qasî te bi ḥeq û ḥiqûq zaniba! Ev çend sal in tu ji min nan dikirî, te ḥesabê rojekê nehiştiye roja din.

-Ê pêşî, her çiqas ez mela bim jî ez niha dikandar im. Binihêre, li ser dikana min “mela” an “seyda”nivîsandî nîne. Ez dikandar im.

Ê didoyê, dîn jîyan e, Îslamîyet jîyan e. Ma çi ji te re ye ku ez nimêj dikim, roji digirim an diçim ḥecê? Ew mesel(ey)a nava min û Xwedê ye. Tiştê ku te ʕelaqedar dike,têkilîya nava min û te ye. Ku ji têkilîyên nava min û te bîna dîndarîyê bê, ez dîndar im. Na ku tiştek xuya neke an tevgera min berevajîyê Îslamîyetê be, man(ey)a wî ew e ku ez xwe dixapînim, lê Xwedê nayê xapandin.

-Xalê Seyda… Li min bibuhure, Xalê Dikandar siḥbeta te pirr xweş e lê karê min heye, divê ez biçim.

-Bi ser çavan re!

Ew derket û zarokek bi bazdan ket hundir, pereyekî zîv/ḥesinî danî ser mas(ey)ê:

-Xalo ka nanekî bide min!

Min zû zûka nanek dayê, min dît ku hema nanî di nîvî de perçe kir û ket binê dezgehê û dest bi xwarinê kir. Di nava çend sanîy(ey)an de qedand û dest bi perç(ey)ê din kir.

Ez zûq mam min lê nihêrt. Piştî ku nan qedand min jê pirsî

-Lawo ev çi ḥal e? Meriv dibêje qey tu ji xelayê derketiyî.

-Xalo em hatin vî welatî, em bê kar man, vêga min barê yekî hilgirt bir cîhekî, wî jî ev pere da min. Ez pirr birçî bûm, min bi zorê xwe gihand vê derê.

Min bi milê wî girt. Tirsîya.

(Ferhengok: Nanfiroş; ê ku nan difiroşe, jîyan; ḥeyat, têkilî; ʕelaqe)                 (Dê dewam bike)

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,