Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (12)

03 Ocak 2016, 18:14


Hûn misilman daw(ey)a îmana me dikin?
Gotin “sibehê serê salê ye, em îşev wê pîroz bikin”.

Min got “na gidî, şeva ku em bêjin ‘serê salê binê salê ew şev îşev nîne, hê jê re çardeh roj mane.

-Na welleh, em ê îşev kêf û şahîyê bikin.

-Heyra hûn şaş in, ji mirovî re kesayetîyek divê. Nabe ku kî çi bike meriv bêje ‘tiştekî rast e, hema ka ez jî bikim’.

-Dibe, çima nabe?

-Dibe?! Sibê roj hinek derkevin bêjin ‘îro roja zirrînê ye’, hûn ê jî bizirrin?

-?!

-Û hem jî ji temenê we saleka din kêm dibe; hûn kêfa çi dikin, çi pîroz dikin? Hûn pîr dibin, divê hûn ber kevin.

-…

Min bala xwe dayê ku gotin feyde nake, ez çûm ba keşeyê gundî:

-Her çend em wek misilman û filehên vê herêmê sersala piştî çardeh rojan bi hev re jî pîroz dikin, gundî dibêjin îllahî em ê sersalê niha pîroz bikin, vêca pêdivêya min bi desteka te heye.”

-Baş e seyda, bi ser ser û çavên min re.

Me lê xist em çûn bazarê.

Me dît ku gundî li ber dikanê ketine dorê; çevrînokan, darên çaman û ʕelokan dikirrin. Keşeyê ku cilê keşetîyê ji xwe kiribû li dorê nihêrt, guh neda dorê û çû çû ket berêya her kesî, ji dikandar re got “ka ji wê derê hinek çevrînok bide min”.

Qêrîn bi xelqê ket, gotin “De ka li vî binihêre! Ma tu nabînî ku li vê derê dor heye tu tê dikevî pêşîya me tevan?

Keşe got “Ma hûn misilman daw(ey)a îmana me dikin, dawa çi li me dikin? Ma em cejnên we yên Qurbanê û Remezanê pîroz dikin? Dilê we heye hûn cejna me ji me bistînin? Ez fileh im ez ê pîroz bikim ma çi bi we hatiye?”

Piştî ku wî wisa got nîvê xelqê serê xwe tewandin xistin ber xwe, belav bûn û çûn. Lê nîvê mayî hîç guh nedanê û di dorê de man.

(Ferhengok: Mirov, meriv; însan, kesayetî; şexsîyet, herêm; mintiqe, pêdivê; îḥtîyac, çevrînok; dendik- bindeq-guz-behîv û tiştên wisa, nedanê; nedan wî)


 

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,