Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (11)

20 Aralık 2015, 19:25


Te gotiye
nimêj çar wext in
Min li mizgeftê piştî nimêjê qasekî xwe dirêj kir û bîna xwe berda.

Hema min dît ku ji nişka ve gundî tevlî kevir û dar û bivir û gerranê xwe ketin nava derîyê mizgeftê.

Ez şaşo-maşo mam. Min got “xêr e gidî! Hûn diçin bi şerê kî? Ev çi ḥal e çi zewal e?”

Di destê her kesekî de darek an kevirek an alavek hebû lê di her du destên Ḥecî Ûsiv de du dar hebûn, wî got “em hatine şerê te, em ê te bikujin!..

-Xêr e gidî? Hûn ê çima melayê gundê xwe bikujin, min çi ji we kiriye? Û ez dibînim ku di destê her kesekî de tiştek heye lê ê te, di her du destên te de jî dar hene, te darê din ji ḥecê bi xwe re anîye?

Ku min wisa got, her du dest û perrên Ḥecî Ûsiv daketin:

-Tu bûyî murted, murted jî tê kuştin!

-Jixwe murted nayê kuştin, tiştekî wisa tune ye, Xwedayê Teʕala di Qur’ana Pîroz de, di ayeta 256ê ya Suretê Beqereyê de dibêje “Di dîn de awayê bi zorê tune ye”, ev yek. Û ê didoyê jî kî hûn xapandine, kî ji we re çi gotiye ku hûn ji min re dibêjin tu murted î?

-Yek hatiye ba te gotiye ez ê nimêj bikim, te jê re gotiye “hema tu çar wextan jî bikî bes e, tu ya serê sibehê nekî jî dibe”

-Ḥeyra hûn ê vêga bêyî pirs û lêkolan û li ser virrekî rabin birayekî xwe bikujin gidî!?

-Lê te çi gotiye?

-Wî nimêj nedikir. Min ew ji bo kirina nimêjê îqna kir. Lê ji min re got “kirina nimêja sibehê bi min zor tê, ez nikarim”. Min jî gotê “de ka çar xewtan bike, heta a pêncan jî Xwedê mezin e. Vêca ku hûn ew mêr û zilam in, herin ji bo ya sibehê jî wî îqna bikin!

(Ferhengok: Mizgeft; camî, bîna/bêhna xwe berda; bîna xwe veda, rehetîya xwe stand, alav; hacet, cîhaz, murted; ê ku ji dîn derketiye)

 

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,