Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (10)

07 Aralık 2015, 12:21


Xwedê bi Kurdî Zane
Hatin ba min ji min re gotin “Seyda tu çawan î?”

Min got “Xwedê ji we razî be, ez baş im, gelo hûn çawan in?”

Yekî got “Ellah razî olsin”

Yekî got “Ellahû yerda ʕeleyk”

Yekî got “Xoda ez şoma razî başed”

Min got “ku hûn bi Kurdî jî bejin ‘Xwedê ji te razî be’ dibe. Xwedê bi Kurdî zane.

Yekî got “Lê Xwedê bi Tirkî jî zane”

Ê din got “Xwedê bi ʕErebî jî zane û diʕayên bi ʕErebî li ba Xwedê bêtir tên qebûlkirin”

Ê din got “Xwedê bi Farisî jî zane.”

Min got “rast e, Xwedê bi hemû zimanan zane. Lêbelê bi Kurdî jî zane. 

Digel ku hûn Kurd in jî ma ji we tirê qey hûn bi zimanên din diʕa bikin dê diʕaya we li ba Xwedê biqîymettir be?

Ê ku bêje diʕayên bi ʕErebî ji diʕayên bi zimanên din bêtir tên qebûlkirin, ew bêbextîyê li Xwedê û Ronîya Çavan dike. Tu tiştekî wisa tune ye. Ne di Qurana Pîroz de tiştekî wilo heye û ne jî Pêxember tiştekî welê gotiye. Hûn bi kîjan zimanî zanin bi wî zimanî diʕa bikin.

Min got “Min ji we re gotibû ‘hûn çawan in?’, we ji min re bi zimanên biyanî diʕa kirin lê we ne got ka hûn çawan in!”

Gotin “em baş in, tu çawan î Seyda?”

Min got “ez ji we çêtir im, ez xulamê başan im”

Gotin “esteẍfirillah Seyda, em xulamê te ne!”

Min got “ne min jixwe got ez ji we çêtir im, û ma hûn xwe ji başan ḥesab dikin ku hûn dibêjin ‘esteẍfirillah?’

De ka başan nîşanî min bidin ku ez xulamtîya wan bikim!”

(Ferhengok: Ronîya Çavan; Mihemmed Pêxember, biyanî; ẍerîb, xulamê başan im; xulamê başa’ me, xulam; xizmetkar)

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,