Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (9)

30 Kasım 2015, 17:09


Nimêj û rojî ji çi dişikên?

Min got “gelî cimaʕetê, hin ji we di vê meha Remezanê de tên hin pirsan ji min dikin, min jî got ez di vê xutbeyê de bersiva van pirsên we bidîm:

-Ku ez dora des(tni)mêjê ji yekî bistînim limêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez di nimêja înê de gavê xwe nîv metre vekim û bisilmanên din ji rûyê min da li derve bimînin, ango ez ji wan re bi zimanê ḥal bejim “limêja min ji ya we çêtir e, ez nimêj bikim û herim cinnetê lê hûn li derve bimînin, nekin û herin cehennemê”, dişikên?

-Ku ez ḥeqê merivan bixwim û werim mizgeftê bi wan kesan re di yek rêzê de nimêj bikim, milê min li milê wan ‘keve, nimêj û rojîya min dişikên?

-Gelo ez hebûna birayê xwe înkar bikim, nehêlim bi zimanê xwe bipeyive û kultura xwe bijî, nimêj û rojîya min dişikên?

-Gelo ez dest biavêjim namusa xelqê nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez dest daynim ser erdê birayê xwe nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez bi qumarê bileyîzim nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez xelqê berî hev û din bidim nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku exlaqê min xweş nînbe û her kes ji min gazinên xwe bikin nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez mela bim û rastîyê ji der û dora xwe re nebêjim û ji wan veşêrim nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez bi çepelî teqereqa xwe cîranên xwe ʕacis bikîm nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez ji xeynî Xwedayê erd û asîmanan, ji hebûnên din tiştan bixwazim nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez ji rûyê tiştên piçûk de li xelqê bixim û wan bikujim nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez xwedîtîyê li birçî û tazî û belengazan nekim nimêj û rojîya min dişikên?

-Ku ez bêbextîyê li xelqê bikim û tiştên nekirine bixim sitûyê wan nimêj û rojîya min dişikên?

Vêca betal in an ne betal in, Xwedê çêtir zane!

Lê ku hûn van tiştan bikin hûn çima rojî digirin, çima nimêj dikin?!

Digel ku hûn bi  rojîgirtinê û nimêjkirinê ji  Xwedayê Teʕala re soz didin û dibêjin em van tiştan nakin jî hûn virr û derewan dikin û li ser sozê xwe nasekinin?!

Na lawo herin ji vê dere pêşî xwe rast bikin û hêj werin, naşikê naşikê!!!

(Ferhengok: Bersiv; cewab, bisilman; misilman, meriv; mirov/însan, zimanê ḥal; tiştên ku bi ḥal û ḥereketan tên gotin, bipeyive; biaxife/biaxive/bişitexile/xeber ‘de, cepelî; pîsîtî, betal; ne di cîh de/qebûlnebûyî)

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,