Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (8)

22 Kasım 2015, 18:30


Mêvanên Dagir ker

Di navê de sal û zeman derbas bûn. Gundî û Gurên Manco êdî hînî zimanên hev û din jî bûbûn û ji hev û din fehm dikirin. Rojek ji rojan hinek giregir û rîspîyên Gurên Manco hatin mizgeftê:

-Gelî giregirên vî gundî! Mala we hezar car ava we em di gundê xwe de hewandin. Lê em naxwazin bê cîh û war bin, em hîvî dikin hûn di quncikekî vî gundî de cîhekî bidin me ku em tê de konê xwe vegirin û hespên xwe xwedî bikin.

Şêx got “jixwe me cîhekî wisa dawe we.”

Mîr got “erê welleh, jixwe me daye we”

Min xwe hilavêt û got “na gidî, hûn tiştekî wisa nekin ha!

Şêx û mîr awir dan min, ez rawestîyam.

Gurên Manco: -Em dixwazin ku hûn cîhekî li ser me tapo bikin, ne bi mêvantî.

Mîr li Şêx nihêrt, Şêx li min nihêrt, min li wan nihêrt lê min deng nekir. Mîr ji min re got “ev çi qas zeman e tu dibêjî ev guremirov in, de ka bêje em çawa bikin!

Min got “mîrê min, şêxê min, gelî gundîyan! Min îşev xewnek dît.
Mela got “Xwedê xêr bike, Xwedê li ser xêrê binivîsîne, Ûsiv Pêxember teʕbîr bike, te çi dît?”

“-Min dît ku komek gur ji ser çîyê daketin nava gundî. Û çûn mêjî û dilen zarokan xwarin. Dû re li quncikekî vî gundî bi cîh bûn. Dû re wî quncikê gundî zevt kirin. Dû re hinekî din jî zevt kirin. Hinbihin temamê gund zevt kirin. Û paşê jî hatin diranên xwe xistin sitûyên giregirên gundî; mîr, axa, şêx, keya û derwêşan û wan fetisandin. Ji gundîyan re gotin ev gund êdî ji me re ye. Yan hûn ê xulamtîya me bikin û yan jî hûn ê ji vî gundî herin. Gundîyên ku li dijî wan derketin di wê gavê de bûn sebebê êrîşa wan, hin ji wan mirin û hin jî birîndar bûn. Hemûyê gund zivt kirin. Paşê hatin gotin “divê hûn êdî bi zimanê xwe neaxifin, divê hûn zimanê Gurê Mancokî biaxifin. Gund bû warê kehrr û lalan, bi tenê bi nîşanên tilîyan bi hev re didan û disitandin.”


Hê xeberdana min di devê min da bû, qasidê mîrê gundî cîran bi helkehelk derî vekir û ket hundir: “Mîrê min, mîrê min silavan le ti kir, got jê re bêje îşev hinek gur bi ser gundê me de girtine. Dest nedane pezî lêbelê mêjî û dilên zarokan xwarine û çûne!”

(Ferhengok: Hînbûn; fêrbûn, elimin, rîspî; ê ku xelq tiştan bi wan dişêwirin û xelqê li hev tînin, mizgeft; camî, giregir; yên navdar û gotina wan pere dike, rawestîn; sekinin, guremirov; hem gur û hem mirov, zevtkirin/zivtkirin; bidestxistin, keya; muxtar, êrîş; kiçîm, axaftin; peyivîn/xeberdan/şitexalî/şorekirin, qasid; ê ku gotina yekî ji yekî re dibe)

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,