Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (5)

18 Ekim 2015, 18:35


Xwezî
Rojek ji rojan gundî ji min re gotin “Seyda, wa ye melayeki fermî jî gundê me re şandine. Min got “Ma qey we ew xwastiye an jixwe ji ber xwe ve wî şandine?” Gotin “Na welleh, tu taca sere me yî, me hîç mela mela nexwestine, wan ji ber xwe ve ew şandine. Min got “Ku ez berra taca serê we bûma we ê carna jî bi ya min bikira…
///
Min nihêrt ku kevirek hat li serê min ket û ez ketim erdê. Ev çi bû gidî? Ez rabûm ser xwe, tiştê min dît ku ez çi bibinim! Guremirov-mirovegur li çar alîyên gund li ser çîyayan in û ber û kevir û tîr û çepelî hema çi hebe bi ser gund ve diavêjin!..
///
Em ji ber wan revîyan, çar alîyê gund girtî ye, em nikarin di ber xwe jî bidin, em çi bikin! Min xwe avêt mizgeftê. Mêrên gundî tev hatibûn mizgeftê li hev kom bûbûn. Min got “Ka em çi bikin?”
///
Yekî got, Seyda, ez li sipêdê çûm, min çend kevir avêtin wan û ez hatim. Min got, heyra ma tu nizanî jixwe li manîyan in te ew anîn dîsa li sere me kirin bela? De ka îcar em ê çi bikin? Hûn zanin ku em bi wan jî nikarin û tu bext jî ji wan re tune ye!..
///
Yekî got “em ê di ber xwe bidin!”
///
Min got “heyra ma tu ê çi di ber xwe bidî? Tu jî zanî em bi wan nikarin, tu çima çû te bel(ay)a xwe di wan da gidî!? Tu nabînî hin ji me kuştin û hin ji me birîndar kirin.
///
Dema nimêja înê hat, melayê fermî dest bi selatan kir. Em jî çûn me laşê xwe ji xwîynê paqij kir û me destnimêj girt û em hatin nimêjê. Mela dest bi xutb(ey)ê kir:
///
Gelî misilmanan! Li Çîn û Maçînê hinek li hin birayên me xistine û tilîya yekî xwîynî kirine! Ew çi zalim in gidî? Ḥeq heye em herin bi ser wan ve bigirin û têêêra wan li wan bixin!.. Ew zalim çawa tilîya birayekî mi xwîynî dikin?
///
Hingî mela got hiş ji serê min çû, hingî wî got hiş serê min çû, min êdî qîr kir: “Mele mele! Tu çi dibêjî gidî? Ma tu nabînî ku rewşa me çawan e û çi hatiye serê me? Û tu jî serbara ser! Tiştê ku hatiye serê me ne besî me ye tu rabûyî behsa Çîn û Maçînê dikî, ma tu ji Xwedê natirsî û ji bavê xwe şerm û fedî nakî gidî?
///
Xwedê bike ev guremirov-mirovegur werin vê derê rakin wî rîhê te mû bi mû bikişînin, paşê wê şaşika te bixin sitûyê te û te bibin di sergoyê gundî de bigevizînin!
///
(Ferhengok: fermî; resmi, sipêde; sibeh, tilî; pêçî, rewş; ḥal, şerm/fedi; ʕeyb)

 

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,