Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
Elîyekî Xemxur û Donkîşotek (4)

11 Ekim 2015, 20:45


Êrîş
Dengê def û zirnê ji derve dihat. Ma dawet bû ku? Ez derketim derve, min nihêrt ku xelq govendê digire, li dora wan jî hin kesên nenas hene, li govendgêran temaşe dikin.
///
Min mirovên bi vî rengî berêya wê gavê qet nedîtibûn: Telkinik, çavkişandî, di nava xwe de bi zimanekî nenas diaxivîn.
///
Ji nişka ve min dît ku ez çi bibînim! Rûyê wan kesan guherî û dîsa hêdî hêdî bû wek ê guran!
///
Hema min rakir darê xwe, ez ketim nava wan û heta ku Xwedê qewetê da min min çendek ji wan xist. Çend ji wan ketin erdê û pirpitîn.
///
Komek kes li min hatin hev û hincika dilê min kirin, têêra li min xistin.
///
Şêx hat min ji nava lepê wan derxist, bir û birînên min derman kir.
///
Niştecîh û biyanîyên mirovegur-guremirov hatin  tekyayê. Ez û şêx em li serê civatê bûn. Şêxî got “ka em û van em ê çawa ji hev û din fehm bikin?” Min got “ez û wan em bi zimanê dilî ji hev û din pak fehm dikin. Niştecih gotin: “de ka binihêre li vî dîni, doza kerametan dike!”
///
Şêx ji wan re got “ka hiş bin, em binihêrin dê çi biqewime!..”
///
Şêx paşê bere xwe da min û j imin re got “ka îfadeyê wan bistîne, ew ji ku derê hatine, bi ku derê ve diçin?”
///
Min got “dibêjin em ji serîyekî dinyayê hatine. Tofan li me rabûn û em mecbûr man terkediyar bibin.
(Ferhengok: Êrîş; kiçîm, nenas; ew nayên naskirin, govendgêr; ê ku govendê digirin, bi vî rengî; bi vî awayî, hincika dilê min kirin; têra min li min xistin, têêra; têra!, niştecîh; şênî, ên ku li wê derê dijîn, pak; qenc, baş, doza kerametan dike; dawa kerametan dike, dibêje kerametên min hene, biqewime; bibe, rû bide, terkediyar bibin; diyarê/cîhê xwe terk bikin.)


 

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,