Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (3)

05 Ekim 2015, 23:05


TOFAN
Sipêdeyeke xweş bû. Rojê serê xwe ji pişt çîyê derxist. Xunavek dest pê kir û barîya. Li asîman keskesorek xuya kir.
///
Ji nişka ve erd û esman hejîya. Şîrqeşîrq ji ewran hat û reqîn bi birûskan ket. Ji pişta çîyê himehimek dengbilind hat. Min rakir dar û bilûra xwe, min rehmetê anî li dê û bavê xwe û min berê xwe da lehfê çîyê.
///
Min bi elfî helaketî xwe gihand ser serê çîyê. Tiştê ku min dît, min nihêrt ku ez çi bibînim! Komek lawirên xerîb ji çîyê bi alîyê bajêr ve dadiketin.
///
Ku ez bêjim gur bûn, ne gur bûn; ku ez bêjim mirov bûn ne mirov bûn... Carna dibûn gur û carna dibûn mirov.
///
Ez qîrîyam, min got “gidî bireviiin, bireviiin! Gur hatiiiin!
///
Xelkê dest bi revê kir lê çi feyde, gur zû zûka bi çarlingî di ber min re derbas bûn û xwe gihandin nava mirovan.
///
Dema ku mirovegur gihîştin mirovan, xelkê ku ji hewleriha baz didan, hêdî hêdî rawestîyan.
///
Ez şaş mam, Xwedawo, ev çima rawestîyan? “Heyra hûn çima rawestîyan? Birevin gidî, dê gur we bixwin.”
///
Lê hîç kesek li min guhdarî nekir, bi tenê awir didan min.
///
Ez daketim jêrê, çûm nava komê. Min dît ku her kes awir dide min.
///
Şêx ji min re got: “-Xwarzê dîsa dînîtîya te bi girt?! Gurê çi halê çi? Te em ziravqetandî kirin! Binihêre weha nabe, hişê xwe bide serê xwe. Erê, li her gundekî dînek  heye lê êdî ev tiştên ku tu tînî serê me ji a şivanê virrek jî buhurî.
///
Ez şaş mabûm, min nizanibû ez çi bêjim.
///
Li alîyekî gurên boz ên çavsor ên dirantûj,
///
Li alîyekî komek mirovên ku guran nedidîtin,
///
Li alîyê din ez...
///
Min got: “-Xalê Şêx, ma ev ne gur in? Ma tu çawa wan nabînî?” Deng ji şêx nehat, bi tenê zûq mabû li nava çavên min dinihêrt.

Ferhengok:
Sipêde: Sibe
Çîyê: Çîya+yî
Xunav: Barana hûr
Keskesor: Qozeqer
Himehim: Dengê guran û hin heywanên din
Elfî helaketî: Hezar zehmetî
Lawir: Rawir, rûhber, tiştên xwedîcan
Mirov: Meriv, însan
Mirovegur: Mirovê gur, nîv mirov û nîv gur
Hewlerih: Tirs
Rawestîn: Sekinîn
Awir: Nihêrtina bi acisî û tûj
Ziravqetandi: Ziravqetîyayî, tirsîyayî

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,