Menü

Batman Medya Gazetesi

Geri Dön

XURCIK - Cîhanê Hesûnî:
ʕElîyekî Xemxur û Donkîşotek (2)

22 Eylül 2015, 02:45

 

Hûn ḥeqê însanan dixwin

Ez çûm mizgeftê.
///
Min nihêrt ku berêya nimêjê çend kes li hev kom bûbûn û diaxaftin.
///
Yekî digot “Welleh min di seransera ḥeyata xwe de ḥeqê tu ‘îbadekî Xwedê nexwariye!
///
Yekî din jî wisa got
///
Yekî din jî welê got.
///
Yên kombûyî jî tev digotin “Belê, welleh rast e, me hîç nedîtiye ku we ḥeqê kesî xwariye.
///
Yekî din got “Helqê ḥeqê we xwaribe jî we yê kesî nexwariye.
///
Min got: “Rawestin! Hûn her du kesên ku pesnê xwe didin, we gelekê caran ḥeqê gelek kesan xwariye.
///
Yekî got: “Bi Xwedê nayê bîra min ku min ḥeqê hîç kesekî xwaribe! De ka j imin re bêje Seyda, min ḥeqê kî xwariye?”
///
Ê din jî got: “Erê welleh rast e, ê min jî hema wilo ye! De ka bêje tu çima vê bêbextîyê li du misilmanên evqas ji Xwedê re diki!”
///
Min got: “Ma hûn nînin ku salê çend caran hûn hinekan tînin şerîʕetê û ez we biḥeq derdixim û paşê jî ew pereyê we dixwin û diçin?
///
Gotin: “Erê, ew per(ey)ê me dixwin, ma em ê wan dixwin?”
///
Min got: “Her careka ku hûn per(ey)ê xwe bi sextekaran didin xwarin ew car hûn rizqê jin û zarûyên xwe bi xelqê didin xwarin! Ma qey ev jî ḥeq û ḥiqûqê malbata we nîne? Man(ey)a vî awayî ew e ku hûn her sal heqê jin û zarûyên xwe ji devê wan dikin û dibin bi ser qirika sextekaran de dikin. Ev niḥeqî ye.”
Ferhengok:
Kombûn: Civît, hatina rû hev
Axaftin: Peyivîn, şitexalî, xeberdan, şorekirin
Rawestin: Bisekinin

XURCIK - Cîhanê Hesûnî Tüm Yazıları

© 2024 - Batman Medya Gazetesi

Normal Siteye Dön

,